• Tuesday, 24 February 2026
logo

Serok Barzanî li Hewlêrê agirê Newrozê vêxist

Gulan Media March 20, 2022 Nûçe
Serok Barzanî li Hewlêrê agirê Newrozê vêxist

Serok Mesûd Barzanî li parka Şaneder ya Hewlêrê agirê Newrozê vêxist.

Vê êvarê ahengên pîrozkirina cejna Newrozê li seranserî Herêma Kurdistanê dest pê kirin û li her derî agirê Newrozê hat vêxistin.

Li Hewlêrê jî li parka Şaneder agirê Newrozê ji aliyê Serok Barzanî û çend zarokên şehîdan ve hat vêxistin.

Di ahenga Hewlêrê de ji bilî Serok Barzanî, serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî û gelek berpirsên din yên Kurdistanê beşdar bûn.

Ahenga Newrozê li Hewlêrê û gelek deverên Herêma Kurdistanê heta niha jî didome.

 

Basnews

Top