• Tuesday, 24 February 2026
logo

Îranê bilindkirina alaya Kurdistanê û gotina Ey Reqîb di Newrozê de qedexe kir!

Gulan Media March 20, 2022 Nûçe
Îranê bilindkirina alaya Kurdistanê û gotina Ey Reqîb di Newrozê de qedexe kir!

Hikûmeta Îranê bilindkirina alaya Kurdistanê û gotina sirûda Ey Reqîb di pîrozbahiyên Newrozê yên li Rojhilatê Kurdistanê de qedexe kir.

Pîrozbahiyên Newrozê li seranserî war û welatê kurd, Kurdistanê, berdewam in.

Li bajar, bajarok û gund û deverên Rojhilatê Kurdistanê jî Newroz tê pîrozkirin û xelkê pêşwaziyê li hatina werza Biharê dikin, her çend li hinek cihan hîn berf dibare û zivistan maye.

Li Rojhilatê Kurdistanê ev çend roj in pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirine lê îsal hikûmeta Îranê nahêle xelkê Rojhilat bi dilê xwe cejna Newrozê pîroz bikin.

Berpirsên hikûmetê ji çalakvan û organîzatorên Newrozê re gotine, nabe di pîrozbahiyan de alaya Kurdistanê were bilindkirin û sirûda Ey Reqîb were gotin. Her wiha ew kesên ku gotaran pêşkêş dikin, divê “bi dilê me bin!”.

Ji aliyekî din, hikûmeta Îranê li hinek deveran bi taybet li gundê Nê yê Merîwanê, ku gundekî tûrîstî û navdar e li Rojhilatê Kurdistanê, nêzîkî 100 kes xistiye tiqûfê ji wan re gotiye, nabe bi ti rengî tevlî merasimên Newrozê bibin û belge bi wan daye îmzekirin!

Çalakvanekî li devera Kotolê ya bajarê Xoy, ku nexwast navê wî were gotin, ji BasNewsê re got, li devera me çi merasimek hebe ji aliyê sipaha pasdaran ve tê kirin û bi tundî tê çavdêrîkirin.

Wî çalakvanî her wiha got, îsal ji me re gotine nabe hûn bi serê xwe Newrozê pîroz bikin, divê li cihekî kom bin û di pîrozbahiyan de jî pesnê rêberê Îranê Elî Xaminêyî û Qasim Suleymanî bidin!!

 

 

Basnews

Top