Fermana girtina wî melayê ku gotibû “Newroz cejna kafiran e” hat dayîn
Ew melayê ku li bajarê Koye yê Herêma Kurdistanê heqaret li Newroz û gelê kurd kiribû,
Rêveberiya ewqafa bajarê Koye ragehandiye, melayekî bi navê Rizgar Kerîm Wehab di vîdeoyekî de ku di sosyal medyayê de hatiye belavkirin, heqaret li Newrozê kiribû û gotibû, Newroz cejna kafir û agirperestan e û kî jî wê cejnê pîroz bike dibe şirîkê wan!
Rêveberiya ewqafa Koye daye zanîn, piştî dîtina wê vîdeoyê yekser li dijî wî melayî deset bi lêpirsînê hat kirin û fermana girtina wî hat dayîn her wiha ji melatiyê jî hat dûrxistin.
Rêveberiya ewqfa Koye di dawiyê de cejna Newrozê li hemû gelê kurd û Kurdistanê pîroz kiriye û ragehandiye, cejna Newrozê cejneka netewî ye û ti kes nikare vê yekê înkar bike.
