• Tuesday, 24 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî li ser navçekirina nahiya Haciyawa nîşan da

Gulan Media March 20, 2022 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî li ser navçekirina nahiya Haciyawa nîşan da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî li ser navçekirina nahiya Haciyawa ya li sînorê îdareya serbixwe ya Raperînê nîşan da.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, li ser daxwaza Wezareta Navxwe, roja pêncşemê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî li ser navçekirina nahiyeyê daye û nivîsa fermî arasteyî Serokatiya Herêma Kurdistanê kiriye.

Li nahiya Haciyawa ya li sînorê îdareya serbixwe ya Raperînê, hemû pêwîstiyên bûna navçe hene, beriya niha jî Wezareta Navxwe daxwaza xwe arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kiribû.

Nahiya Haciyawa yek ji nahiyeyên herî mezin ên devera Raperîn e û dikeve rojavayê Ranyayê, ji aliyê sînor ve Haciyawa ligel çend deveran hevbeş e, li hêla bakur hevsînorê Riwandiz û Şeqlawe ye ku ser bi parêzgeha Hewlêrê ne, li hêla başûr û başûrê rojhilat ve Zêya Biçûk û navçeya Dukanê ye, li hêla rojava û başûrê rojava ve hevsînorê navçeya Koye ye.

 

K24

 

Top