Amerîka serdana Esed a bo Îmaratê protesto kir
Amerîka karvedaneke tund li hember serdana Beşar Esed bo Îmaratê nîşan da.
Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de bi tundî serdana Esed û asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Îmaratê protesto kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price ragihand, cihê dilgiraniya wan ya kûr e ku hewlên eşkere yên rewatîdan bi Beşar Esed dibînin, “di demekê de ku ew berpirsê kuştin û koçberbûn û zehmetiyên zêde û wendabûna 150 hezar jin, mêr û zarokên Sûrî ye.”
Serokê Sûriyê Beşar Esed du di yekem serdana xwe ya bo welatekî Erebî de ji piştî 2011ê ve, gihîşt Îmaratê û ji aliyê Serokwezîrê Îmaratê û Hakimê Dubey Şêx Mihemed Bin Raşid ve hate pêşwazîkirin.
Rudaw
