Rûsyayê bendera Mariupolê kontrol kir
Wezareta Berevanî ya Ukraynayê ragihand; hêzên Rûsyayê li başûrê Ukraynayê bendera bajarê Mariupol ya li ser deryaya Azov kontrol kir.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevanî ya Ukraynayê derengê şeva borî bender ketiye destê artêşa Rûsyayê, bi vê yekê Ukrayna bi temamî ji sînorên avî hat veqetandin.
Herwiha rayedarên hikûmeta Ukraynayê li ser qurbaniyên sivîl ên li bajarê Mariupolê ragihandine; ji ber berdewamiya topbarana artêşa Rûsyayê bo ser Mariupolê, amareke rast li ber destê wan tune ye, lê belê beriya niha Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan ragihandiye; di êrîşên Rûsyayê de bo ser Mariupolê, zêdetirî du hezar û 500 kesên sivîl hatine kuştin.
K24
