Amerîka daxwaz dike encumena asayişa navdewletî li ser êrişa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê bicive
Amerîka ragehand, wan daxwaz kirine encumena asayişa navdewletî bicive û êrişa Îranê li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê şermezar bike.
Nûnertiya Amerîka li NY ragehandiye, wan daxwaz kirine encumena asayişa navdewletî bicive û êrişa mûşekî ya Îranê li ser Herêma Kurdistana Iraqê şermezar bike.
Di daxuyaniya nûnertiya Amerîka de hatiye gotin, ew êriş bê bingeh û bê şermane bû, ji ber ku ew cihên ku rastî êrişê hatine, sivîl in. Loma divê ew êriş bi tundî were şermezarkirin û Îran jî wek berpirsiyarê êrişê were nasîn û piştevaniya demokrasî û serweriya Iraqê were kirin.
K24
