• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li bajarokên Amedê ahengên Newrozê destpê kirin

Gulan Media March 18, 2022 Nûçe
Li bajarokên Amedê ahengên Newrozê destpê kirin

 Li bajarokên Ameda Bakurê Kurdistanê pîrozbahiyên Cejna Newrozê destpê kirIN.

Li navçeya Hezro ser bi parêzgeha Amedê ve 17ê Adara 2022ê, bi beşdarbûna parlamenterên HDP û DBPê, Cejna Newrozê bi slogana “Dem dema serkeftinê ye” li Qada Newrozê hat pîrozkirin.

Roja Pêncşembê 17ê Adara 2022ê, rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li bajarokê Hezroyê agirê Newrozê pêxistin.

Ligel Hevserokê HDPê yê rêxistina Amedê Zeyat Ceylan û Parlamentera HDPê Remziye Tosun, hejmareke zêde ya xelkê wan bajarokan, beşdarî şahiya Newrozê bûn û li ber dahol û zirneyê govend gerandin.

Rêxistinên HDP û DBPê yên Amedê belavok li welatiyan belav kirin û daxwaz ji wan kirin, roja 21ê Adarê beşdarî şahiya mezin ya Newroza Amedê bibin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çend roj e li çendîn bajarok û navçeyan ligel amadekariyên Newrozê, agirê Newrozê tê pêxistin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê Newroz dê îsal dê li 62 navendan bê pîrozkirin. Dirûşma Newrozê `Dem Dema Serkeftinê ye` û ahenga yekem li Bêşebabê roja 15ê Adarê birêve çû û fînal jî li Amedê dibe.

Li gor bernameya hatiye belavkirin, ahengên Newrozê îsal dê bi dirûşma `Dem Dema Serkeftinê ye` 29 jê bajar li 62 navendan birêve biçin û rojeva sereke jî `Azadî Ji Bo Ocalan` e.

Li gor bernameyê, ahengên Newrozê yên li Wan û Stenbolê roja 20 Adarê birêve diçin û fînala Newroz îsal jî li Amedê tê kirin. 

Biryar e ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê û welatên Ewropa û Rojhilata Navîn jî gelek kesayet, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bên vexwandin.

Komîsyona Ragihandina HDPê ya Stenbolê duh aşkere kir ku bo pîrozbahiya Newrozê li Stenbolê destûr hatiye dayîn û Newroz dê roja Yekşemê 20ê Adarê li Qada Yenikapi bê pîrozkirin.

 

Rudaw

Top