• Tuesday, 24 February 2026
logo

Tûrîzma Hewlêrê bo cejna Newrozê çend biryar derxist

Gulan Media March 18, 2022 Nûçe
Tûrîzma Hewlêrê bo cejna Newrozê çend biryar derxist

Berpirsê tûrîzma parêzgeha Hewlêrê ragehand, xwaringeh û mêvanxane dê di rojên cejna Newrozê de vekirî bin.

Berpirsê tûrîzma Hewlêrê, Îsmaîl Mînexan ji BasNewsê re got, amadekariyên me yên cejna Newrozê ber bi xilasbûnê ve diçin.

Îsmaîl Mînexan her wiha got, di çarçoveya amadekariyên Newrozê de me bi nûnerên komeleyên mêvanxane, xwaringeh, firokevanî, kompaniyên tûrîzmê û rêveberiya dîwana tûrîzma Hewlêrê re cvivînek pêk anî.

Berpirsê tûrîzma Hewlêrê da zanîn, di civînê de çend biryar hatin dayîn. Yek ji wan biryaran pêkanîna sê lêjneyên pêşwazîkirina tûrîstan bû. Ew lêjne dê li derwazeyên bajêr pêşwazî li tûrîsatn bikin. Her wiha me biryar da bi tundî çavdêriya deverên tûrîstîk û seyrangeh û mêvanxane û xwaringehan bikin. Biryarek din jî ew bû ku di rojên cejnê de xwaringeh û mêvanxane vekirî bin.

Li ser amara tûrîstan jî Îsmaîl Mînexan got, ji destpêka îsal de heta niha nêzîkî nîv milyon tûrîst hatine Hewlêrê. Em pêşbînî dikin di rojên cejna Newrozê de jî gelek tûrîst serdana Hewlêrê bikin.

Di rojên cejna Newrozê de ji bilî xelkê başûrê Iraqê, xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî serdana Herêma Kurdistanê dikin.

 

 

Basnews

Top