• Tuesday, 24 February 2026
logo

Washington: Em hemû pabend in ku karesata Helebceyê dubare nebe

Gulan Media March 17, 2022 Nûçe
Washington: Em hemû pabend in ku karesata Helebceyê dubare nebe

Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Robert Palladino diyar kir; Helebce ku bi çekên kîmyayî rastî êrîşê hat, careke din dubare nabe.

Robert Palladino dema beşdarîkirina danîna tacegul li ser cihê bîranîna qurbaniyên Helebceyê ragihand; hikûmeta Amerîkayê îro ligel kesûkarên qurbaniyan beşdarî vê bîranînê dibe.

Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê diyar kir: “Em wan kesan bi bîr tînin ku ji ber wê bombebaranê bûne qurbanî û em piştevaniya kesên rizgarbûyî dikin.”

Palladino tekez kir: “Em hemû pabend in bi wê yekê ku ev bûyer dubare nebe, ku beriya 34 salan rûda.”
Nûçeyên Dawî

 

Top