• Tuesday, 24 February 2026
logo

Rêveberiya Xweser efûya giştî derxist

Gulan Media March 17, 2022 Nûçe
Rêveberiya      Xweser efûya giştî derxist

Rêveberiya Xweser efûya giştî bo tawanên berî 16ê Adarê derxist.

Rêveberiya Xweser ragihand, “Ev efû tawanên teror, xiyanet, sîxurî, maddeyên hişbir û tawanbarên reviyayî li xwe nagire.”

Rêveberiya Xweser herwiha tekez dike, “Zindanîkirina heta hetayî dibe 15 sal.”

Herwiha yasaya efûya gişti ji bo tawanên ku berî roja şanzdehê vê Adarê hatine kirin e.

Ev pêncem biryar a lêxweşbûnê ye ku ji aliyê Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê derdikeve, ku di sala 2014ê de hatiye damezrandin.

 

Rudaw

Top