• Tuesday, 24 February 2026
logo

Mîsal Alusî: Ti cudayiya kîmybaran kirin, mûşekbaran û dronbaran kirina Kurdistanê tine ye

Gulan Media March 17, 2022 Nûçe
Mîsal Alusî: Ti cudayiya kîmybaran kirin, mûşekbaran û dronbaran kirina Kurdistanê tine ye

Rêveberê navdar ê Iraqê Mîsal Alusî di tora xwe ya civakî twitterê de peyamek derbarê salvegera kîmyabaran kirina Helebcê de belav kir.

Mîsal Alusî di bîranîna karesata Helebcê de pirs dike û dibêje: Cudayî di navbera ewên çekên kîmyayî  bikaranîne û ewên mûşek û dronan li hember hemwelatiyên Kurdistanê bikartînin çiye?

Rêveberê Iraqî dibêje rejîma Beis ku çekên kîmyayî li dijî gelê Kurdistanê bikaranî ti cudayiyekî wan lig el desthilatdarên naha yên Iraqê tine ku budceya Iraqiyan didizin û mafên qurbaniyên Helebcê înkar dikin.

Roja 16.03.1988ê rejîma Beis a Iraqê di çarçoveya hewldanên komkujiya gelê Kurdistanê de bajarê Helebcê bi çekên kîmyayî bombebaran kirin û ji ber wê zêdetir ji 5 hezar hemwelatiyên bajar şehîd bûn.

Ev peyama Mîsal Alusî piştî êrîşa Sipaha Pasdarên Îranê ya li ser Hewlêrê belav kir.

 

Basnews

Top