• Tuesday, 24 February 2026
logo

Hikûmeta Herêmê daxwaza pêkanîna lijneyeke navdewletî dike

Gulan Media March 17, 2022 Nûçe
Hikûmeta Herêmê daxwaza pêkanîna lijneyeke navdewletî dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 16ê Adara 2022yan bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di beşa yekem a civînê de ku li ser bîranîna 34emîn salvegera tawana jenosîd a kîmyabarana Helebceyê bû, ji aliyê Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm ve hejmarek pêşniyar û daxwazên parêzgeha Helebceyê hatin pêşkêşkirin di warên cuda yên temamkirina heykelê îdareya parêzgehê û pêkanîna pêwîstiyên mîlak û damezrandin bo fermangehên rêveberiyên giştî û budceya parêzgehê û projeyên xizmetguzariya giştî û avakirina Helebceyê û pêkanîna Encûmena Wezîran û dayîna taybetmendiya parêzgehê ji aliyê îdarî û darayî ve weke parêzgeheke nû.

Encûmena Wezîran tevî tekezkirina li pêwîstiya xizmetkirina Helebceyê weke erkê li pêşîne yê hikûmetê bi awayekî şayesteya Helebceyê be, dûpat jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe weke deyndarê kesûkarên şehîdên Helebce û hemû şehîdên Kurdistanê dibîne û erkê pêşîn ê hikûmetê ye ku xizmeteke hêjayî Helebceyê û nişteciyên wê yên xoşewîst bike.

Piştî gotûbêjan, Encûmena Wezîran biryar da, lijneyek li wezaretên pêwendîdar were raspartin ji bo lipeyçûna bilez û cîbicîkirina birgeyên wê yadaşta bi arasteya xizmeta zêdetir a parêzgeha Helebce û xelkê wê û liberçavgirtina taybetmendiya vê parêzgehê, di heman demê de Encûmena Wezîran tekez kiriye ku divê hikûmeta Iraqê, berpirsyariya xwe ya exlaqî û destûrî di qerebûkirina kesûkarên şehîdan û birîndaran û zirardîtiyên kîmyabarana Helebceyê û hemû qurbaniyên jenosîda gelê Kurdistanê û deverên ziyandîtî yên din ên Kurdistanê bigre stûyê xwe weke di madeya 132yan a destûrê de ev berpirsyarî bi awayekî eşkere li stûyê desthilatên federal e.

Birgeya duyem a civîn, gotûbêjkirina li ser êrîşa mûşekî ya ser cihê niştecîbûna welatiyên Hewlêrê ya roja 13ê Adara 2022yan bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku ev êrîş bo ser jiyan û asayîşa welatiyên Herêma Kurdistanê û serweriya Iraqê ye û divê Iraq û civaka navdewletî, rêgirî li êrîşên bi vî rengî û destdirêjiyên bo ser welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir ku ew tohmet û buxtanên li Herêma Kurdistanê tê kirin, ti bingeheke wan tune ye û ji rastiyê dûr in. Bi navê Encûmena Wezîran ve jî, tevî dubare bi tundî şermezarkirina wê êrîşa ser welatiyên Hewlêrê, Encûmena Wezîran daxwaz kir; lijneyeke navdewletî ku ji nûnerên Neteweyên Yekbûyî, Komkara Erebî, Komara Îslamî ya Îranê, Iraq û Herêma Kurdistanê were pêkanîn ji bo derxistina rastiyan û redkirina tohmetan.

 

K24

Top