• Tuesday, 24 February 2026
logo

Bi fermana serokê hikûmeta Kurdistanê 4 bendavên mezin tên çêkirin

Gulan Media March 17, 2022 Nûçe
Bi fermana serokê hikûmeta Kurdistanê 4 bendavên mezin tên çêkirin

Wezareta çandinî û çavkaniyên avê ya Kurdistanê ragehand, 4 bendavên mezin û stratejîk li Herêma Kurdistanê tên çêkirin.

Wezareta çandinî û çavkaniyên avê ya Kurdistanê ragehandiye, bi fermana serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî 4 bendavên stratejîk tên çêkirin.

Wezaretê daye zanîn jî, wezîra çandinî û çavkaniyên avê Bêgerd Talebanî bi nûnertiya serokê hikûmetê rêkeftina çêkirina wan bendavan bi kompaniya navdewletî ya POWERCHINA re îmze kiriye.

Ew bendavên ku tên çirin, ev in: bendava Delge li devera Pişder, bendava Xêwete li Silêmaniyê, bendava Mendawe li Hewlêrê û bendava Bakirman li Duhokê.

Wezaretê çandinî û çavkaniyên avê daye xuyakirin, armanc ji çêkirina wan bedavan komkirina avê û kêmkirina bandorên hişkesaliyê û baştir birêvebirina çavkaniyên avê ye.

Kompaniya POWERCHINA, kompaniyeka Çînî ye ku navenda wê ya serekî li Pekîna paytexta Çînê ye.

 

 

Top