• Tuesday, 24 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîra Dewletê ya Brîtanyayê pêwendiyeke telefonî encam dan

Gulan Media March 17, 2022 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîra Dewletê ya Brîtanyayê pêwendiyeke telefonî encam dan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 16ê Adara 2022yan pêwendiyeke telefonî ji Wezîra Dewletê ya Brîtanyayê bo Karûbarên Asya û Rojhilata Navîn Amanda Milling wergirt.

Di pêwendiya telefonî de êrîşa mûşekî ya nerewa ya li ser welatiyên Hewlêrê hat gotûbêjkirin. Herdu alî hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku ev êrîş binpêkirina mezin û eşkere ya serweriya Iraqê ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hewl û hemahengiya berdewam û hevbeş a Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal eşkere kir ji bo bersivdana helmeta çewaşekarane ya li dijî Herêma Kurdistanê û derxistina rastiyan û redkirina tohmetan. Herwiha ji Brîtanyayê daxwaz kir ku ji vî alî ve piştevaniya Hewlêr û Bexdayê bike.

Wezîra Dewletê ya Brîtanyayê bo Karûbarên Asya û Rojhilata Navîn tekez kir ku Brîtanya piştgiriya xelkê Herêma Kurdistanê dike û diyar kir ku welatê wê piştevanê bihêzî, aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.

Herdu alî hevnêrîn bûn ku di pêwendî û hemahengiyeke berdewam de bin.

Top