Hikûmeta Iraqê biryar da 200 milyar dînarê din ji Kurdistanê re bişîne
Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê ragehand, hikûmeta Iraqê biryar daye 200 milyar dînarê din bo mûçeyê karmendan bide Kurdistanê.
Serokê nûnertiya hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa ji BasNewsê re got, hikûmeta Iraqê îro biryar da 200 milyar dînarê din bo mûçeyê karmendan bide hikûmeta Kurdistanê.
Faris Îsa her wiha got, piştî ku karên îdarî xilas bûn 200 milyar dînar dê teslîmî hikûmeta Kurdistanê bê kirin.
Basnews
