3 girtiyên Kurd ji îdam kirinê rizgar bûn û 3 girtî hatin bidarvekirin
Jiber bûyereke kuştinê yaku beriya 33 salan li Urmiyeyê çê bibû, 3 welatiyên Kurd bi tawana kuştina kesekê hatibûn binçavkirin û pişt re dadgeha rejîmê cezaya îdam kirinê da wan.
Piştî çend salan girtîgehê, cara dawî îro danê sibê kesûkarên kesê kuştî ji wan tawanbaran xweş bû û bi çend seatek beriya cîhbicîh kirina biryara darvekirinê, ev her sê girtî hatin azadkirin û ji îdam kirinê rizgarbûn.
Di girtîgeha navendî ya bajarê Ormiyê de herî kêm 3 girtî hatin bidarvekirin.
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehandiye, îro danê sibê 2 girtî, Peyman Babaxanî û Mîrelî Husênî li girtîgeha navendî ya Ormiyê de hatin bidarvekirin.
Li gorî agahiyan, sûcê wan girtiyan kuştina bi qest bû.
Duhî jî li heman girtîgehê girtiyê kurd Îbrahîm Nesîrxa (44 salî) bi tohmeta bazirganîkirin bi madeyên hişber hat bidarvekirin.
Li gorî agahiyan, ew girtiyê han xelkê bajarê Silmasê bû û sala 2019 hatibû girtin.
