Şaxwan Ebdullah: Ahenga Newrozê li Kerkûkê dê bi azadî were kirin
Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Şaxwan Ebdullah radigihîne, ahengên Newrozê li Kerkûkê û tevahiya bajarên din ên Iraqê bi azadî dê werin kirin.
Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Şaxwan Ebdullah derbarê ahenga Cejna Newrozê li bajarê Kerkûkê de di peyamekê de ragihand, wî ligel aliyên pêwendîdar axiviye û ti kes yan aliyek nikare rêgiriyê li ahengên Newrozê û ti boneyeke din a netewî yan olî bigire.
Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Şaxwan Ebdullah tekez kir jî, ahengên Newrozê li Kerkûk û bajarên din ên Iraqê dê bi azadî werin kirin û erkê sazî û dezgehên ewlehiyê ye ku ahengan biparêzin.
Amaje bi wê jî da, ji dema rûxandina rêjîma diktator a berê re, rêgirtin li boneyên netewî û olî bi dawî hatiye.
K24
