• Tuesday, 24 February 2026
logo

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê

Gulan Media March 15, 2022 Nûçe
Ji Serokwezîr    Mesrûr     Barzanî peyama sersaxiyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê ji ber koça dawî ya Serokê Tevgera Paşayetî ya Destûrî Şerîf Elî bin Husên arasteyî malbata wî kir.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Ji ber koça dawî ya kesayetê siyasî yê niştimanperwer ê Iraqî û Serokê Tevgera Paşayetî ya Destûrî Şerîf Elî bin Husên, ez sersaxiyê li malbata birêz dikim û hevbeşê xemgîniya wan im.

Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide hemûyan.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Top