Netanyahu behsa êrişa mûşekî ya Hewlêrê û metirsiyên Îranê li ser cîhanê dike
Serokwezîrê Berê yê Îsraîlê Benjamin Netanyahu rexneyên tund li danûstandinên Amerîka û welatên din Ewropî li gel Îranê digire û dibêje, danûstandinên ji bo rêkeftineke etomî li gel Îranê vala ne û ji bo îsbatkirina vê gotina xwe jî amaje bi êrişa mûşekî ya pasdarên Îranê li ser Hewlêrê dike.
Serokwezîrê Berê yê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser hesaba xwe ya Twitterê bi zimanên Îngîlîzî û Îbranî peyameka vîdeyî belav kir.
Benjamin Netanyahu amaje bi danûstandinên ji bo pêkanîna rêkeftineke etomî li gel Îranê kir û got, hêzên cîhanî nêzîkî îmzekirina rêkeftineke etomî bûne ku dê cebilxaneyeke etomî pêşkêşî Ayetullahan bike.
Serokwezîrê Berê yê Îsraîlê, rexne li hêzên navdewletî girt ku piştî êrişa li ser Hewlêrê jî hevdîtin û danûstandinên li gel Îranê berdewam dikin û biryara berdewambûna danûstandinan li gel Îranê hem pûç bi nav kir hem jî metirsîdar.
Serokwezîrê Berê yê Îsraîlê ji bo îsabatkirina vê nirxandina xwe jî amaje bi êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê dike û dibêje, “Îranê duh mûşek avêtin herêma nêzikî Konsulxaneya Amerîkayê ya li Iraqê (qesta wî Hewlêr e) û Amerîka li gel aliyên din berdewam e li ser hewlên xwe ji bo îmzekirina rêkeftineke etomî ku dê cebilxaneyeke etomî bide Ayetullahan.”
Netanyahu balkişand ser metirsiyên rêkeftina etomî û got, jibilî rakirina sizayan, di heman demê de dê bi sedan milyar dolar jî bidin Îranê da ku Îran terora xwe ya her roj li Rojhilata Navîn û cîhanê berdewam bike. Ev rêkeftin ji ya berê jî xerabtir e, ji ber ku di çarçova vê rêkeftinê de Îran di nava 3 salan de dê bigihije ber keviya dewleteke etomî. Dê bibe xwedî uranyuma meyandî ku têrî çêkirina bombeyên etomî dike û ji bo ku wan bigihijîne cihekî Amerîkayê dê bibe xwedî mûşekên balîstîkî.
Basnews
