Dîndar Doskî: Eger Îran mêrxas e bila yekser êrişî Îsraîl bike nek Hewlêrê!
Siyasetmedarekî kurd dibêje, eger Îran mêrxas e bila yekser êrişî Îsraîl bike çima êrişî Hewlêr û Kurdistanê dike!?
Nerazîbûn û nîgeranî li hember êrişa terorîstî ya pasdarên Îranê li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê berdewam in.
Siyasetmedarê kurd dr. Dîndar Doskî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, ew behane û gotegotên ku Îran bo êrişên li dijî Herêma Kurdistanê tîne, hemû vala û derew in. Ew deverên ku rastî êrişan tên, hemû cihên sivîl in. Mînaka herî berçav, avahiya televîzyona K24 e ku ji ber êrişê ziyanek mezin dîtiye.
Dr. Dîndar Doskî her wiha got, Îran dibêje qaşo em tola xwe ji Îsraîl distînin! Baş e eger Îran mêrxas e û rast dibêje, bila yekser êrişî Îsraîl bike çima êrişî Kurdistan û Hewlêrê dike!? Li gelek welat û cihên nêzîkî Îranê, baregeh û navendên Îsraîlê hene, çima Îran li şûna ku êrişî wan deran bike, êrişî Kurdistanê dike!? Êrişî Hewlêrê dike, Hewlêra ku bûye sitargeha bi sedan hezar koçber û penaber û mirovên belengaz!
Basnews
