• Tuesday, 24 February 2026
logo

Brîtanya, Almanya û Fransa derbarê êrîşa ser Hewlêrê daxuyanî dan

Gulan Media March 14, 2022 Nûçe
Brîtanya, Almanya û Fransa derbarê êrîşa ser Hewlêrê daxuyanî dan

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê David Hunt û Balyozxaneya Almanya ya li Bexdayê êrîşên mûşekî yên li ser Hewlêrê şermezar kirin. Konsulê Giştî yê Fransa yê li Hewlêrê Olivier Decottignies jî peyamek ji bo piştgiriya Hewlêr parve kir.

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê David Hunt îro li ser tora civakî ya Twitterê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir û ragihand, “Ez êrîşên şeva borî yên li ser HKIyê (Herêma Kurdistana Iraqê) bi tundî şermezar dikim. Keyaniya Yekbûyî dê her dem li kêleka hevalbendên me li hember êrişan bisekine. Tu hinceteke bi vî rengî ya şîdetê ya bêwate nîne.”

 


Balyozxaneya Almanyayê ya li Bexdayê êrîş şermezar kir

Balyozxaneya Almanyayê ya li Bexdayê li ser hesabê xwe yên  fermî yê di tora civakî ya Twitterê de, êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê  bi tundî şermezar kir û daxwaz kir ku ji berpirsyarên êrîşê hesab bê xwestin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Almanya bi tundî êrîşên mûşekî yên şeva borî yên li ser Hewlêrê şermezar dike. Divê berpirsyarên vê êrîşê bên darizandin. Tu tişt bikaranîna hêz û şîdetê rewa nake.”

 


Kosulê Fransayê peyameke piştgiriyê weşand

Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Hewlêrê Olivier Decottignies jî li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyekî paytexta Herêma Kurdistanê bajarê parve kir û peyamek bi Kurdî ji bo piştgiriya Hewlêrê belav kir.

Decottignies got, “Şev çiqas dirêj be jî, roj dê her hilêt. Bijî Hewlêr.”

 


Şeva derbasbûyî bi 12 mûşekan êrîş li ser çend deverên Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat kirin û di encamê de 2 kesên sivîl birîndar bûn û gelek zirarên maddî çê bûn.

Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamiya Îranê bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişa mûşekî ya şevê din a li ser Hewlêrê li xwe girt.

Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe de gotiye, “Di encama tawanên vê dawiyê yên rejîma sexte ya Siyonîst û ragihandina ku ew tawan bê bersiv namînin, şeva derbasbûyî Navenda Plangerî û Xirabiyê ya Stratejîk a Siyonîstan bi mûşekên bihêz ên Supaya Pasdaran hat armanckirin.”

Dije Terora Herêma Kurdistanê demeke kurt piştî êrîşê daxuyaniyek da û da zanîn ku muşek ji derveyî sînorên Iraq û Herêma Kurdistanê û “ji aliyê rojhilat ve” hatine avêtin.

Derbarê cureyê mûşekan de Dije Terora Herêma Kurdistanê eşkere kir ku êrîş bi “mûşekên balîstîk” hatiye encamdan û diyar kir, “Li gorî zanyariyan demjimêr 01:00ê şevê bi 12 mûşekên balîstîkî Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hatiye armanckirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku îdiayên “Armancên Îsraîlê hatine lêdan” tenê ji bo veşartina vê tawana qirêj e.

Di daxuyaniya hikûmetê de hatiye, “Ev çendîn car e Îran van destdirêjiyan dubare dike û bêdengiya civaka navdewletî li hember van êrişên tirsonek, rêxweşker dibe bo berdewamiya tawanên bi vî awayî.”

 

 

Rudaw

Top