• Tuesday, 24 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî derbarê êrîşa li ser Hewlêrê daxuyanî da

Gulan Media March 14, 2022 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî derbarê êrîşa li ser Hewlêrê daxuyanî da

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa şeva derbasbûyî ya li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir ku “bi şêweyekî tirsonek û hov, bêyî ti hincetek xelk, aramî û seqamgiriya Hewlêra paytext kir armanc.”

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Xweşbextane di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûn. Em hevsozên welatiyên hêja yên Hewlêrê ne ku di bin nîgeranî û bendewariyê de demeke dijwar derbas kirin. Rûbirûbûna kêşe, gef û metirsiyan; pêkvejiyan, yekrêzî û bihevrekarkirina hemû alî û pêkhateyên Kurdistanê dixwaze.”

Nêçîrvan Barzanî tekez dike, “Armanckirina Hewlêrê bi vî awayî û dubarekirina wê, pêşhateke metirsîdar û binpêkirina eşkere ya ewlehî, aramî û serweriya Iraqê ye û jibilî alozkirina rewşê û ziyangihandina bi niha û pêşeroja tevahiya Iraqê, ti encameke din nîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Iraqa federal û civaka navdewletî dike “ku bi awayekî cidî li ser van destdirêjiyan rawestin û hemû hewlên xwe bidin da ku zêdetir rê neyê dayîn bêrêzî bi serwerî û seqamgiriya welat û asayiş û aramiya hevwelatiyan bê kirin.”

 

 

Top