• Tuesday, 24 February 2026
logo

Sedir odeyekî operasyonê ji bo dûvçûna li ser êrîşa Hewlêrê ava dike

Gulan Media March 14, 2022 Nûçe
Sedir odeyekî operasyonê ji bo dûvçûna li ser êrîşa Hewlêrê ava dike

Rêberê Tevgera Sedir odeyekî operasyonê ji bo dûvçûna li ser êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê ava dike.

Duh 13.03.2022yê konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê bû armanca hejmarek mûşekan û ziyanên madî geheştin derdora konsulxaneyê.

Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê ofîsa Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir bi beyanameyekî ragehandiye: Ew êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê pêkhatiye, metirsîdare û gefxwarine li ser asayîş û serweriya niştiman.’’

Ofîsa Muqteda Sedir ragehand: Bi biryara Muqteda Sedir ve odeya operasyona dûvçûna li ser êrîşa Hewlêrê tê pêkanîn û ew ode pêwendiyê bi hikûmet û siyasetmedarên navxwe û derve ve dê pêkbîne.

Îro piştî êrîşê jî Muqteda Sedir ragehandibû: Ewên binketî Hewlêrê bi mûşek û birsî kirinê ve dikin armanc, lê Hewlêr ti demekê xwe naçemîne.

 

Basnews

Top