Kiliçdaroglu helwesta xwe ya derbarê peyva Kurdistan de eşkere kir
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bersiva pirseke derbarê peyva Kurdistan da û got “Eger ew peyv bi armanca dabeşkirina navçeyeke (Tirkiye) bê bikaranîn em pesend nakin.”
Pirs derbarê daxuyaniyeke Kiliçdaroglu bû ku têde peyva Kurdistanê red kiribû. Kemal Kiliçdaroglu di bersiva xwe ya bo wê pirsê de dibêje “Eger ew peyv bi armanca dabeşkirina navçeyeke (Tirkiye) bê bikaranîn em pesend nakin.
Serokê CHPê herwiha Herêma Kurdistanê jî weke mînak da û ragihand “Ti pirsgirêkeke me ligel Herêma Kurdistana Iraqê nîne.”
Kemal Kiliçdaroglu di axavtina xwe ya di derbarê peyva Kurdistan de wiha dibêje "Ez bo peyva Kurdistanê vê bibêjim, bi rastî bîra min nayê ev pirs bi ti awayî ji min hat kirin. Min jî got ji ber ku ev peyv wek cûdakariya navçeyekê hatiye naskirin em ji ber wê pesend nakin. Lê di destûra Iraqê, li Iraqê Herêma Kurdistanê heye. Em rexneyan li wê nagirin û mafê me yê rexne girtinê jî nîne. Destûr destûra welatê Iraqê bixwe ye. Ji bilî vê me şandek şand wir. Em çima dijayetiyê bikin?
Şanda me li wir ligel wan hevdîtin pêkanîn û ew jî kêfxweş bûn. Ti pirsgirêkek nîne, ji bilî vê jî xizmaniya me heye. Ne tenê ligel Kurdên navçeyê, belku ligel Ereb, Êzidî û pêkhateyên din jî peywendî, xizmanî û dostayetiya me heye.. Ez ji vir bi kêfxweşî dibêjim ku ti nîgeraniyek me nîne. Yek ji wan xalên sereke ku 6 serok li ser wê li hevkirine peydakirina aşitiya navçeyê ye. Wate em ligel Sûriye, Iraq, Îran û ligel hemûyan aştiyê pêkbînin.”
Rudaw
