• Tuesday, 24 February 2026
logo

Bandora şerê Rûsya û Ukrayna li ser Tirkiyê girantir dibe

Gulan Media March 12, 2022 Nûçe
Bandora şerê Rûsya û Ukrayna li ser Tirkiyê girantir dibe

Li gorî hemû nirxandinan şerê ku di navbera Rûsya û Ûkraynayê de berdewam dike dê bandora herî zêde, weke welatê sêyem li Tirkiye bike. Ji ber ku Tirkiye di nava 10 salên dawîn de digel herdû welatan jî pêwendî û danûstandinên aborî û bazirganî yên bingehîn danî ne. Ji niha ve li gelek qadên bazara Tirkiye ew bandor karvedanên xwe dide der. Tenane qadek heye ku bandora şer bi avayekî erênî lê dibe ew jî emlakfiroşî ye.

Li gor aktorên qadê bi taybetî xelkê ku ji şer direve û tê nava Tirkiye li vir destpêkirine xaniyan dikirin. Di çend salên dawîn de Rûsya her tim yek ji welatên sereke ye ku welatiyên wê li Tirkiye xaniyan dikirin. Niha welatiyên Ûkraynî jî qefle bi qefle berê xwe didin Tirkiye û beşeke zêde xaniyan kirê dikin û hejmarek jî xaniyan dikirin.

Di nava 10 salên dawîn de peyder pey pêwendiyên Tirkiye digel piraniya welatên cîhanê xirab dibûn. Di heman demê de du welat hene ku Tirkiye pêwendiyên xwe yên aborî û siyasî her kûr û berfireh dikir. Şerê ku niha di navbera wan herdû welatan de berdewam dike jî dike ku bandoreke gelekî giran li bazara Tirkiye bibe.

Tevî ku bi vê hincetê herereta bazara Tirkiye ji her alî ve bilind bûye, bi hatina hejmarek welatiyên Ûkraynî ve qada emlakfiroşiyê bandoreke erênî ji mijarê dibîne. Rûsya ji xwe welatekî sereke ye ku welatiyên wan xaniyan li Tirkiye distînin. Li gor akterên qadê di rojên pêş de qada wan dê geştir.

Serokê Jûra Emlakfiroşên Stenbolê Nîzamettîn Aşa dibêje “Herdû welatên ku di şer de ne ji hêla geştiyar û emlakfiroşiyê ve mişteriyên me yên sereke ne. Ewana waz lê nîn in. Piştî ku şer destpêkir hejmarek welatiyên Ûkrayna bi taybetî hatine li Stenbol û başûrê welêt daxwaza xaniyan dikin. Yên ku ji şer direvin û dixwazin xaniyan bikirin hêdî hêdî zêde dibe. Ew yek dide xuyakirin ku di mehên havînê de wê daxwaza bi vî rengî zêdetir jî bibe.”

Ji ber daketina nirxê lîre li beramberî dolar, di sala 2021an de firotina xanîberan bo biyaniyan ji sedî 43.5 zêde bû. Bi dirêjahiya salê 58 hezar û 576 xanî ji hêla biyaniyan ve hatine kirîn. Welatiyên Rûsya bi kirîna 836 xaniyan di rêza sêyan de, welatiyên Ûkraynayê jî bi kirîna 163 xaniyan di rêza 10an de cîh girtine. Li gor emlakfiroşan, him erzaniya nirxê lîre ya berdewam û him jî hatina hejmarek welatiyên Ûkraynî dê bazara wan îsal geştir bike.

Emlakfiroş Yalçin Bayezid got “Ji wan welatên yên ku halûwextê wan baş be ew ê li nava Tirkiye helbet ji xwe re xaniyan bikirin. Ji ber ku niha di warê xaniyên bi kêrê de ji xwe me problemek heye û xaniyên bi kirê nîn in. Lê yên ku bêne vir û rewşa heyî baş bibînin ewê ji bo hemwelatiyên xwe yên din jî behsa vê bikin û wê kirîna xaniyan zêdetir bibe.”

Di sala 2013an de qanûnek hate derxistin û ji wê demê vir ve kesên ku bixwazin bibin welatiyên Tirkiye dikarin bi 250 hezar dolar  xaniyekî bikirin û bibin welatî. Wê yekê jî rêya hatina biyaniyan bo vê qadê vekir. Li gor amaran ji 2013an vir ve hejmara xaniyên ku bo biyaniyan hatine firotin gihîştiye dora 300 hezarî. Tê payîn ku bi bandora şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de hejmara xaniyên ku di temamê îsal de bêne firotin ji 70 hezarî derbas bibe.

 

Rudaw

Top