Rûsya ji bo şerê Ukraynayê xwebexşan werdigre
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di civîna ligel Encûmena Asayîşa Rûsyayê de ji bo fikra anîna xwebexşan bo Ukraynayê, hevnêrîn bûye.
Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê Sergey Shoygu ragihand; ji niha ve zêdetirî 16 hezar kes li welatên Rojhilata Navîn amade ne bi awayekî xwebexş werin ji bo alîkariya komarên Donetsk û Luhanskê.
Vladimir Putin gotiye: “Eger hûn bibînin hinek kes dixwazin li ser bingeha xwebexşî werin ji bo alîkariya xelkê Donbasê, ne ji bo pere û berjewendiyên taybet, divê em pêşwazî li wan bikin û alîkariya wan bikin ku biçin devera şer.”
Putin piştevaniyê li pêşniyara Wezîrê Berevanî Sergey Shoygu kiriye ji bo veguhestina kelûpel û tank û çekên biçûk ên destbiserde hatiye girtin, bo Donbasê.
Du hefte di ser êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê re derbas bûn, zêdetirî milyonek welatiyên Ukraynî awareyî welatên rojava bûn, ji bilî wê, bi hezaran serbazên her du aliyan di şer de hatin kuştin û şer jî berdewam e.
K24
