• Tuesday, 24 February 2026
logo

Hikûmeta Iraqê mirîşk û hêkên Kurdistanê qedexe kir

Gulan Media March 11, 2022 Nûçe
Hikûmeta Iraqê mirîşk û hêkên Kurdistanê qedexe kir

Hikûmeta Iraqê biryar da nehêle berhemên mirîşkan ji Kurdistanê derbasî bajar û parêzgehên Iraqê bê kirin. Hikûmeta Kurdistanê jî dibêje, dê şandekê bo wê meselê bişînin Bexdayê.

Wezareta çandiniya Iraqê ragehandiye, wan biryar dane berhemên mirîşkan (hêk, goşt û mirîşkên zindî) ku ji Kurdistanê derbasî deverên din yên Iraqê dibin, qedexe bikin.

Wê wezareta Iraqî daye zanîn, wan ew biryar “bo berjewendiyên giştî” dane.

Berpirsê giştî yê samana ajel li wezareta çandinî û çavkaniyên avê ya Kurdistanê, Fîras Sidîq li ser vê mijarê ji K24 re gotiye, ew biryara hikûmeta Iraqê ziyanê li bazirgan û xwedan kargehên mirîşkan li Kurdistanê dide.

Fîras Sidîq daye zanîn jî, ji ber wê jî wan şandek amade kirine dê di demek nêzîk de bişînin Bexdayê bo çareserkirina wê kirîzê.

 

 

Basnews

Top