Parlamenterê CHPê: Amed di nav hejariyeke kûr de ye
Parlamenterê Îzmîrê yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Tuncay Ozkan ragihand ku parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li navçeyê di nav hejariyeke kûr de ye û got: “Em dê di dema desthilata xwe de wê hejariyê ji holê rakin.”
Parlamenterê Îzmîrê yê CHPê Tuncay Ozkan li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ku Serokê Giştî yê partiya wî di çarçoveya serdanekê de li wê parêzgehê ye, derbarê helwêsta partiya xwe ya li beramber pirsa Kurd û armancên partiya xwe yên li Amedê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Tuncay Ozkan ameje bi wê yekê da ku parêzgeha Amedê li navçeyê di nav hejariyeke kûr de ye û got: “Em dê di desthilata xwe de li Diyarbekirê bi hev re, mil bi milê hev hejariyê ji holê rakin.”
Ozkan tekez kir ku ew dê dema desthilata xwe de li Amedê sîstemeke wiha ava bikin ku xelk bikare bi rehetî û bi azadî têde bijî û got: “Amed dişibe bajarekî wisa ku azadiya xwe bi temamî ji dest daye. Armanca me ya sereke ew e ku em vê sîstema ku li Amedê azadiyê ji holê radike û hejariyê ferz dike biguherin. Em dê vê sîstemê ji holê rakin.”
Parlamenterê CHPê behsa pirsa Kurd jî kir û got: “Îro dema wê yekê ye ku em pêşniyarnameyên derbarê pirsa Kurd de bînin rojevê û vê pirsê ji holê rakin.”
Tuncay Ozkan wiha axivî: “Pirsa Kurd yek ji wan pirsan e ku ev demeke dirêj e em li ser radiwestin û derbarê wê de xebatan dikin. Di warê çareserkirina vê pirsê de jî Partiya Gel ya Komarî bi taybetî di proseya çareseriyê de jî parlamento weke navnîşan destnîşan kir û daxwaz kir ku ev kar ligel partiyên di parlamentoyê de bê çareserkirin. Herwiha modeleke wisa jî pêşniyar kiribû ku ev taritiya niha ya em têde û keşûhewayê ne azad red dikir. Lê ev pêşniyara me ji aliyê desthilatê ve hat red kirin. Îro dema wê yekê ye ku em pêşniyarnameyên bi vî rengî bînin rojevê û vê pirsê ji holê rakin û Tirkiyeyek wiha biafîrînin ku cîhan û navçe ji xwe re mînakan jê werbigire. Rêya vê yekê jî di biratiyê aştî û azadiyê re derbas dibe.”
Rudaw
