• Tuesday, 24 February 2026
logo

Biden û Erdogan li ser şerê Rûsya û Ukrayna gotûbêj kirin

Gulan Media March 11, 2022 Nûçe
Biden û Erdogan li ser şerê Rûsya û Ukrayna gotûbêj kirin

Serkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Amerîkayê  Joe Biden di peywendiyeke telefonî de pêşhatên dawî yên şerê Rûsya û Ukrayna gotûbêj kirin.

Serkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden vê êvarê peywendiyeke telefonî pêk anîn û di wê peywendiya telefonî de  Erdogan ji Biden xwest, proseya kirrîna 40 balafirên nû yên Amerîkayê ji aliyê Tirkiyê ve bigehe encamekê û dorpêçên Amerîkayê yên li ser  Tirkiyê bên rakirin.

Ofîsa Serkomariya Tirkiyê ragihand ku Erdogan û Biden pêşhatên dawî yên şerê di navbera Rûsyayê û Ukraynayê û têkiliyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de gotûbêj kirine.

Li gor daxuyaniyê, Erdogan û Biden tekez li ser dawî anîna şerê li Ukraynayê kirine û  Erdogan amedebûna welatê xwe bo dîtina çareseriyeke siyasî bo kirîza Rûsya û Ukraynayê de anî ziman.

Herwiha Erdogan di peywendiya telefonî de amaje bi Foruma Dîplomasiyê ya li Antalya jî kir ku Wezîrên Derve yên Rûsya û Ukraynayê têde beşdar in û got: “Sazkirina civîna Wezîrên Derve yê Rûsya û Ukrayna bixwe serkeftineke  dîplomasiyê ye.”

 

 

Basnews

Top