Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera rêkeftina 11ê Adarê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 52yemîn salvegera îmzekirina rêkeftinnameya 11ê Adarê peyamek belav kir.
Di peyamê de hatiye diyarkirin: “Ev rêkeftinname peyameke zelal a gelê Kurdistanê bû ku her dem bawerî bi danûstan û gotûbêj û çareseriya aştiyane ya kêşeyan heye.”
Herwiha destnîşan kiriye: “Îro em di demekê de wê rojê bi bîr tînin ku mixabin hîn jî hinek kes hene dixwazin mafên xelkê Kurdistanê û mafên wan ên destûrî înkar bikin, lê em bi ti awayî dest ji mafên xwe bernadin.”
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Îro 52 sal di ser rêkeftinnameya 11ê adara 1970an re derbas dibe, wê demê şoreşa gelê Kurdistanê bi serokatiya rêberê niştimanî Mistefa Barzaniyê Nemir, hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir ku beşek ji maf û daxwazên gelê Kurdistanê qebûl bike.
Rêkeftinnameya 11ê Adarê encama xweragirî û qurbanîdanên Pêşmergeyên qehreman û xelkê Kurdistanê bû di şoreşa mezin a Îlonê de ku xwediyê çendîn destan û destkeftên mezin û dîrokî ye.
Ev rêkeftinname peyameke zelal a gelê Kurdistanê bû ku her dem bawerî bi danûstan û gotûbêj û çareseriya aştiyane ya kêşeyan heye.
Îro em di demekê de wê rojê bi bîr tînin ku mixabin hîn jî hinek kes hene dixwazin mafên xelkê Kurdistanê û mafên wan ên destûrî înkar bikin, lê em bi ti awayî dest ji mafên xwe bernadin û her dem amade ne ku li ser bingeha destûrê, gotûbêjeke berhemdar bikin bi mebesta çareserkirina hemû kêşeyên rawestandî.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
11ê Adara 2022yan
K24
