Wezîrê Derve yê Ukraynayê: Em bi Lavrov re negihîştin ti encaman
Civîna Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitry Kuleba û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi dawî bû û Kuleba dibêje, ew negihîştin ti encaman.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitry Kuleba îro bi beşdariya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Antalyayê civiyan.
Piştî civînê Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitry Kuleba di konferanseke rojnamevanî de ragihand; danûstandinên wî ligel hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov dijwar bûn û da zanîn ku wî hemû hewlên wî ji bo dîtina çareseriyeke dîplomatîk ji bo karesata Ukraynayê kirine.
Wezîrê Derve yê Ukraynayê dibêje, di mijara agirbestê de ti pêşketin çênebû ji ber ku destûr bi Lavrov nehatiye dayîn ku li ser mijarê gotûbêj bike.
Got jî: “Rewşa herî trajîk a niha li bajarê Mariupolê ye ku ji tê bombebarankirin û Rûsya pabendî korîdorên mirovahî yên li Mariupolê nebûye.”
Wezîrê Derve yê Ukraynayê destnîşan kir, Rûsya dixwaze Ukrayna xwe radest bike, lê ev nabe, Ukrayna bihêz e û dê şer bike û xwe radest nake.”
K24
