• Tuesday, 24 February 2026
logo

Balefirekî Herêma Kurdistanê li Ukrayna asê maye

Gulan Media March 10, 2022 Nûçe
Balefirekî Herêma Kurdistanê li Ukrayna asê maye

Rêveberê balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê behsa asê mayîna balefirekî Herêma Kurdistanê ya li Ukrayna dike û dibêje hewl tê dayîn ku ew balefir bê anîn.

Îro 10.03.2022yê rêveberê balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji BasNewsê re ragehand: ‘’Balefirekî Herêma Kurdistanê li Ukrayna asê maye, ji ber balefirgeh daxistî ne û esmanê Ukraynayê de balefir nikarin biçin û bên ew balefir asê maye.’’

Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku: ‘’Ew balefira ku asê maye, sivîl e û ya veguhestina geştyarane. Ji ber pirsgirêkên wê yên teknîkî hebûn berî şer ji bo bên çêkirin ji Ukrayna re hate şandin. Biryar bû şeva berî şer ji Kurdistanê re vegere, lê piştre şer destpê kir nekarî bê û li wê derê asê maye.’’

Ehmed Hoşyar got: ‘’Hewl tê dayîn bi rêya xwediyê şîrketê ve ew balefir bi rêyên pêwendiyên derve yên Herêma Kurdistan û Iraqê ve bê dayîn. Lê heta naha ji ber rewşa li Ukraynayê heye nekariye vegere û rewşa li Ukraynayê bandor li me jî kiriye, ji ber kêmbûna her balefirgehekî bandora wê li ser me jî çêdibe.’’

 

Basnews

Top