Civîna wezîrên derve yên Rûsya û Ukrayna bi navbeynkariya Tirkiyê ve destpê kir
Îro 10.03.2022yê civîna wezîrên derve yên Rûsya û Ukrayna bi navbeynkariya wezîrê derve yê Tirkiyê ve destpê kir.
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu û wezîrê derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba berî destpê kirina civîna sêalî civiyan.
Piştî wê civînê jî wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û wezîrê derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba ji bo hevdîtinê hatin otêla li Antalyayê ya dê hevdîtin lê pêkbê. Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu herdu hewtayên xwe li ketina otêlê pêşwazî kir.
Ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna heta naha yekem care di vê astê de hevdîtin di navbera Rûsya û Ukrayna de pêktê.
