• Tuesday, 24 February 2026
logo

Rûsye: Amerîka li dijî me dest bi şerê abûrî kiriye

Gulan Media March 10, 2022 Nûçe
Rûsye: Amerîka li dijî me dest bi şerê abûrî kiriye

Amerîka dorpêç danî ser petrol û gaza Rûsyeyê.

Piştî biryara Amerîka û Brîtanyayê ya dorpêçan bo ser petrol û gaza Rûsye û qedexe kirina hawirde kirina petrol û gaza Rûsyeyê, Koşka Kremlînê jî daxuyaniyek weşand.

Di vê derbarê de Peyvdarê Kremlînê Dmitry Peskov diyar kiriye ku hîn jî nediyare ku rewşa bazarê heta kengî wisa nediyar û aloz be.

Dmitry Peskov herwiha eşkere kiriye ku Amerîka bi qedexe kirina hawirde kirina petrol û gaza Rûsyeyê bi fermî şerê abûrî li djî Rûsyeyê daye destpêkirin û vê Rûsye jî bersifê bide.

Weke tê zanîn jiber şerê navbera Rûsye û Ukraynayê yaku 14 roje didome, Amerîka û gelek welatên din yên cîhanê dorpêç danîne ser Rûsyeyê.

Top