• Tuesday, 24 February 2026
logo

PDK: Tenê Rêber Ehmed kandîdê me bo serkomariya Iraqê ye

Gulan Media March 10, 2022 Nûçe
PDK: Tenê Rêber Ehmed kandîdê me bo serkomariya Iraqê ye

Mohleta tomarkirina navê kandîdên serkomariya Iraqê xilas bû. Parlementerekî PDKê jî dibêje, kandîdê wan Rêber Ehmed e.

Îro mohleta ku parlementoya Iraqê bo tomarkirina navê kandîdên serkomariya Iraqê destnîşan kiribû, xilas bû.

Parlementerê PDKê Muhsîn Seidûn li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, îro mohleta tomarkirina navê kandîdan xilas bû. 3 roj jî bo bertekan e. Piştî wê dê serkomar were hilbijartin.

Parlementerekî din yê PDKê bi navê Şêrwan Dûberdanî jî ji BasNewsê re got, tekane kandîdê PDKê wezîrê navxwe yê Kurdistanê Rêber Ehmed e.

Şêrwan Dûberdanî her wiha got, helbet hevpeymanên PDKê, Siyade û Sedir jî dê dengên xwe bidin kandîdê PDKê.

 

Basnews

Top