Tirkiye li ser kirîna petrola Rûsyayê berdewam dibe
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê ragihand ku welatê wî li ser kirîna petrola Rûsyayê berdewam dibe û hêvî kir cezayên ser Îranê jî bên rakirin.
Pêdiviya Tirkiyê ji bo gaza xwezayî
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar di Konferansa Enerjiyê ya CERAWeek de got, Tirkiye ji %45ê pêdiviya navxwe ya gaza xwezayî, %17 petrol û %40ê benzînê ji Rûsyayê dabîn dike.
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê da zanîn ku pêdiviya cîhanê bi petroleke zêdetir heye û divê ew petrol ji cihekî bê û Amerîka, Vanezuella, Îran û Siûdiye di nav wan welatan de ne ku şiyana wan a dabînkirina petrolê heye.
Alparslan Bayraktar got, Rûsya dabînkerekî qedîm û cihê baweriyê ye bo Tirkiyê, ew petrola ku Tirkiye ji Rûsyayê dabîn dike, nikare wiha bi asanî ji cihekî din dabîn bike.
Hêviyên ji bo rêkeftineke nû ya etomî
Bayraktar herwiha got: “Washington berî di sala 2018an de ji Rêkeftina Etomî ya Îranê vekişe û careke din dest bike bi ferzkirina ceza bi ser wî welatî de, Tirkiyê rojane 200 hezar bermîl petrola xav ji Îranê hawirde dikir, lê ji wê demê û nişka ve ew hejmar bû sifir û hawirdeya petrolê ji Îranê rawestiya, lê vê carê nabe derbarê wê petrolê de ku Rûsya dide, rûbirûyê pirsgirêkan bibin.”
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar, hêvî kir ku di demeke nêzîk de Washington û Tehran bigihin rêkeftinê û bê vê yekê jî asankarî bo dabînkirina petrolê tê kirin.
Rudaw
