• Tuesday, 24 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Kanada li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Kanada li Iraqê kir

Roja sêşem 08.03.2022 li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya balyozê Kanada li Iraqê Gregory Galligan û şandeke li gel de kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û astengiyên li ber proseya siyasiya Iraqê û hengavên desturiyên pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê guftûgo kirin.

Her di vê civînê de Balyozê Kanada tekez li ser girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê kir û ragihand welatê wan pêzanîneke zêde ji bo cangoriya gelê Kurdistanê ya li şerê DIŞIê û parastina pêkvejiyana olî û neteweyî ya li Kurdistanê heye û amadehiya welatê xwe jî ji bo pêşxistina peywendiyên li warê aborî û zanistî û akademî de nîşan da. Her wiha Serok Barzanî spasî rola Kanada ya li yarmetîdana Pêşmerge û piştevanîkirina gelê Kurdistanê ya li rojên teng da kir.

Bilind ragirtina pêgeha jinan li Kurdistanê û Berfirehtirkirina beşdariya jinan li pêgeh û postên cûr bi cûrên civakê mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.

Top