• Tuesday, 24 February 2026
logo

Nirxê petrolê ji 125 Dolar derbas kiriye

Nirxê petrolê ji 125 Dolar derbas kiriye

Li gor duh nirxê petrolê daketiye, lê belê hîn jî nirxê bermîlek petrol li ser 125 Dolar e.

Nirxê bermîlek petrola xav a Brent niha 125,52 Dolar e, herwiha nirxê bermîlek petrola Teksas jî, 121,18 Dolar e.

Ji ber bandora êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê ji roja 24ê Sibata 2022yan ve, buhayê petrolê bi awayekî berçav bilind bûye, duh nirxê bermîlek petrol gihîştibû 130 Dolaran, îro li gor duh nirxê petrolê daketiye.

Di nava sê salên borî de, yek ji sedemên sereke yên bilindbûn û daketine buhayê petrolê, vîrusa Koronayê (Covid-19) bû, piştî berdestbûna vaksîna dijî Koronayê, buhayê petrol daket û heta radeyekê aboriya cîhanê ber bi başbûnê ve diçû.

Beriya êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê, şarezayên aborî pêşbîniya wê yekê dikirin ku piştî kêmbûna pêketiyên Koronayê li cîhanê, nirxê petrolê dakeve.

Top