Parlementerekî tifaqa Siyade: Em û PDK û Sedir dê hikûmeta nû ya Iraqê pêk bînin
Parlementerekî hevpeymaniya Siyade li parlementoya Iraqê dibêje, ewê bi PDK û bizava Sedir re hikûmeta nû ya Iraqê pêk bînin.
Parlementerê Iraqî û endamê hevpeymaniya Siyade (erebên sunnî), Ehmed Mezher Cibûrî ji BasNewsê re got, heta niha ti pêngavek bo pêkanîna hikûmeta nû nehatiye avêtin û ti nîşanek jî nayê dîtin erebên şîe li ser vê mijarê li hev bikin.
Ehmed Mezher Cibûrî her wiha got, wisa xuya dibe pêkanîna hikûmetê dê gelekî gîro bibe û dê hikûmet jî ji aliyê hevpeymaniya Siyade, PDK û bizava Sedir ve were pêkanîn.
Wî parlementerê Iraqî da xuyakirin jî, hevpeymaniya Siyade di wê baweriyê de hikûmeta piranî hêviya dawî ye bo Iraq û Iraqiyan, çimkî eger hikûmetek wiha pêk neyê dê siyaset li Iraqê bixitime.
Basnews
