Zelensky: Şerê kolan bi kolan dê rûbide
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ji Amerîkayê daxwaz dike, li dijî şerê Rûsyayê bi awayekî aktîv piştevaniya wan bikin, ne tenê bi gotinan. Herwiha diyar dike: “Eger Rûs werin bajarên me, dê şerê kolan bi kolan dest rûbide, eger Rûsya Ukraynayê kontrol bike, şer dê dirêj bibe û dibe ku bigihîje Almanyayê jî.”
Volodimir Zelensky di gotûbêjeke rojnamevanî de ragihand: “Pirs ev e ku heta ku derê em dikarin berevaniyê bikin? Ev tenê bi me ve girêdayî nîne, lê em ber digrin. Eger ew werin bajarên me, dê şerê kolan bi kolan rûbide û em dest ji serxwebûna xwe bernadin. Îro şer li vir e, sibe li Lîtwanyayê û piştre li Polanda û li dû wê jî li Almanyayê. Amerîka dûr e, lê çend roj in hîs dikim ku Amerîka ji me re nêzîktir e.”
Zelensky dibêje: “Hûn Amerîkî çi dibêjin? Tenê ez dixwazim hûn hest bikin ku wateya azadiyê li cem me çi ye. Çimkî Amerîkî bi awayekî berdewam behsa azadiyê dikin û dizanin wateya wê çi ye. Niha tu dema li Ukrayniyan dinêrî, ez bawer im fêm dikî ku çi wateya wê ji bo me heye.”
