• Tuesday, 24 February 2026
logo

Rêveberekî Gorran: Dahata Silêmaniyê dikeve berîka partiya Bafil Talabanî

Rêveberekî Gorran: Dahata Silêmaniyê dikeve berîka partiya Bafil Talabanî

Rêveberekî Tevgera Gorran dibêje dahatên Silêmaniyê di cîha ji xezîneya giştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re biçe, diçe berîka partiya Bafil Talabanî.

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Dilşad Reşîd ji BasNewsê re ragehand, Bafil Talabanî nikara partiya xwe derveyî wê gendeliya berfireh a li bazineya kesk de pêktê, ji ber bajarê Silêmaniyê û îdareya Germiyan û Raperîn û bajarokê Koye di dest YNKê de ye, lê mixabin heta naha YNKê li gor pêwîst xizmeta navçeyên bin desthilata xwe de nekiriye.

Herwaha got: ‘’Li bazineya kesk gelek deriyên navnetewî û yên nefermî hene û dahata wan jî pir başe, lê dahata navxwe û xalên sînorî bo xelkê bajarê Silêmaniyê û îdareya Germiyan û Raperînê nayê xerc kirin. Ji ber dahat diçe berîka partiya Kak Bafil û xelk jî nîgerane û gazindan dike, çima dahata bajarê Silêmaniyê ji bo xelkê bajêr nayê xerc kirin?’’

Dilşad Reşîd diyar kir, pêwîste dahata bajarê Silêmaniyê û derdora wê ji bo xezîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê vegerandin û bi awayekî şefaf ji bo projeyên xizmetê û mûçeyên fermanberan bê xerc kirin.

 

Basnews

Top