Du ciwanên Ukraynî di xaleke leşkerî de zewicîn
Li paytexta Ukraynayê Kîevê du ciwanên ku rawestana dengê teqînan kirin derfet, li gel hev zewicîn. Zewaca wan du ciwanan li rawestekekî leşkerî ya kontrolê pêkhat ango herdu ciwan li xeta agir ji hev re gotin belê.
Li paytexta Ukraynayê Kîevê du ciwanên Ukraynî yên bi navê Lesia û Valery zewicîn. Herdu ciwanên bi dil ango xwebexş bûne leşker mara xwe li rawesteka kontrola leşkerî birîn.
Herdu ciwanên bi cilên xwe yên leşkerî ve merasîma zewaca xwe pêkanîn, rawestana demkî ya şer kirin derfet û bûn sedem cîha dengên bombeyan de dengê ken û xweşiyê bilind bibe.
Di dema merasîma zewaca wan herdu ciwanan de car car bi dronan jî gul li ser wan hatin barandin û parêzgerê Kîevê Vitalî Kiliçko jî beşdarî merasîmê bû.
Piştî xwendina marşa mîlî ya Ukraynayê merasîm bi dawî bû.
Basnews
