• Tuesday, 24 February 2026
logo

Tûrîzma Duhokê: Emê îsal herî kêm 2 milyon tûrîst bikşînin Duhokê

Tûrîzma Duhokê: Emê îsal herî kêm 2 milyon tûrîst bikşînin Duhokê

Berpirsê tûrîzma Duhokê ragehand, wan pilan danîne îsal herî kêm 2 milyon tûrîst bikşînin parêzgeha Duhokê.

Berpirsê tûrîzma Duhokê, Xeyrî Elî Oso ji BasNewsê re got, me amadekariyên xwe yên Newrozê kirine û em dixwazin Newrozê bi çalakiyên mezin û cur bi cur pîroz bikin.

Xeyrî Elî Oso her wiha got, me pilan daniye li bajarokê Amêdiyê festîvala Newrozê li dar bixin û bi vî rengî tûrîstan bikşînin deverê.

Berpirsê tûrîzma Duhokê da zanîn jî, sala 2019 nêzîkî nîv milyon geştiyaran serdana parêzgeha Duhokê kirin, sala 2020 ji ber Koronayê derdora 150 hezar tûrîst serdana Duhokê kirin. Lê sala 2021 nêzîkî milyonek û 500 hezar tûrîst serdana Duhokê kirin.

Bi gotina berpirsê tûrîzma Duhokê, ew dixwazin îsal herî kêm 2 milyon tûrîstan bikşînin Duhokê.

 

 

Basnews

Top