“Amerîka û hevalbendên wê xwe ji bo hikûmeta Ukraynayê ya li sirgûnê amade dikin”
Rojnameya “Washington Post” li ser zarê berpirsên rojavayî belav kir, “Washington û hevalbendên wê xwe ji bo hikûmeta Ukrayna-li sirgûnê û berxwedaneke demdirêj amade dikin.”
Rojnameyê got; “civînek ji bo nîqaşkirina planên berfireh ên ji bo amadekirina berxwedaneke demdirêj a li Ukraynayê hate kirin.” Di hevdîtinê de, “rayedarên rojavayî dudil bûn ji ber ku operasyona leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê, serkeftina Rûsyayê nîşan dide.”
Li gorî wan berpirsan, “gava yekem ji bo hevalbendên Ukraynayê ew e ku "alîkariya damezrandin û piştgirîkirina hukûmetek Ukraynayê ya li sirgûnê bikin û ew piştevaniya şerê gerîlla li dijî hêzên Rûsî bikin.”
Li gorî rojnameyê, berpirsên Amerîkî bawer dikin ku “çekên ku Washington ji artêşa Ukraynayê re peyda dike, dê ji bo serkeftina serhildana Ukrayniyan li dijî Rûsyayê girîng be.”
Destnîşan kirin jî “Eger Amerîka û hevalbendên wê piştgirî bidin serhildanekê li dijî Rûsyayê, serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky dê bibe hêza wê ya navendî, ji ber ku ew Ukrayniyan seferber dike da ku li hember dijberê xwe yê Rûs bisekinin.”
Ev yek di demekê de ye, êrîşa Rûsyayê li ser Ukraynayê ketiye roja xwe ya 11emîn, di nava nîşaneyên ku hêzên Rûsyayê dibe ku êrîşeke mezin bikin ji bo girtina paytexta Ukraynayê Kîevê.
Di dema ku hêzên Ukraynayê xistina firokeyên Rûsî û girtina hejmarek ji pîlotên wan li Mykolaiv (başûr) û Chernihiv (bakur) piştrast kirin; Kîev û Mosko hevdu bi têkbirina plana derxistina sivîlan ji bajarê Mariupolê (başûr) yê dorpêçkirî tawanbar dikin.
K24
