Erdogan banga agirbesteke giştî ya bilez kir
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin peywendiyeke telefonî pêk anîn. Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê, Erdogan di wê peywendiya telefonî de banga agirbesteke giştî ya bilez kiriye.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi telefonê ligel hev axifîn. Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê, di hevdîtinê de, operasyona serbazî ya Rûsyayê bo ser Ukraynayê hatiye gotûbêjkirin û peywendiyên navbera Tirkiye û Rûsyayê hatine nirxandin.
Li gor heman daxuyaniyê, Erdogan di hevdîtinê de gotiye ew amade ne hemû hevkariyekê bikin daku pirsgirêka Ukraynayê bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin. Erdogan diyar kir ku agirbesteke giştî ya bilez ligel ku dê nîgeraniyên mirovî ji nav bibin, di heman demê de wê derfetekê bide hewldanên çareseriya siyasî û got: “Em hemû bi hevre rêya aştiyê vekin.”
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Kremlînê ve jî hatiye dayîn, Putin ji Erdogan re gotiye: “Rûsya ji diyaloga ligel Ukrayna û hevbeşên wê yên biyanî re amade ye.” Putin herwiha gotiye, operasyona serbazî ya li Ukraynayê li gor planan birêve diçe.
Rudaw
