Artêşa Ukrayna du balefirên Rûsî xiste erdê
Di nava 24 seatan de ev her du balefir hatine xistin.
Serokatiya erkanê artêşa Ukraynayê ragihand ku artêşa vê welatî berdewame li ser bersifdana êrîşên artêşa Rûsyeyê û gelek derbên dijwar li artêşa Rûsyeyê daye.
Li gor daxuyaniya Serokatiya erkanê, di nava 24 seatan de artêşa Ukraynayê kariye 2 balefirên şer û 5 kopterên leşkerî yên artêşa Rûsyeyê bixe erdê.
Hate zanîn 3 ji pîlotên balefirên bi dîlî ketine destê Ukrayniyan û pîlotek jî miriye.
