• Tuesday, 24 February 2026
logo

NY: Zêdeyî milyonek û 500 hezar kes ji Ukrayna koçber bûn

NY: Zêdeyî milyonek û 500 hezar kes ji Ukrayna koçber bûn

Neteweyên Yekbûyî dibêje, hejmara wan kesên ji ber şerê navbera Rûsya û Ukraynayê axa Ukraynayê bicîh hiştine û çûne welatên din gehiştiye zêdeyî milyonek û 500 hezar kesan.

Neteweyên Yekbûyî îro Yekşemê, 6ê Adara 2022ê, di Twittekê de belav kiriye ku “di dema 10 rojên borî de zêdeyî yek milyon û 500 hezar kesan axa Ukraynayê bicîh hiştine û derbasî nav welatên cîran bûne.”

Pêleke nû ya koçberiyê

Neteweyên Yekbûyî di beşeke din a Twitta xwe de, amaje bi wê yekê daye ku derbasbûna wê hejmara zêde ya xelkê di dema çend rojên borî de ji Ukraynayê, wiha kiriye krîza koçberiya niha ya rojhilatê Ewropayê wek mezintirîn krîza koçberiyê ya Ewropayê bê danîn piştî bidawîbûna Şerê Duyem ê Cîhanî di warê bilez bilindbûna hejmara koçberan de.

Neteweyên Yekbûyî derbarê wê yekê de hûrgilî nedane ka ew yek milyon û nîv koçber bi ser çi welatan de dabeş bûne, lê li ser bingehê amarên duh êvarê yên Rêxistina Koça Navdewletî:

Zêdeyî 750 hezar kes çûne nav Polanda
Zêdeyî 155 hezar kes derbasî nav Hungarya bûne
Zêdeyî 100 hezar kes çûne nav Moldova
Zêdeyî 100 hezar kes çûne nav Slovakya
Zêdeyî 50 hezar kes çûne nav Rûsya
Zêdeyî 130 hezar kes gihiştine welatên din ên Ewropayê

 

Rudaw

Top