Amerîkayê li ser S-400an hişyarî da Tirkiyê
Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê Wendy Sherman derbarê sîstema berevaniyê ya mûşekên S-400an de ku Tirkiye û Amerîka li ser nakok in got: "Em dizanin mijara S-400an hinekî din demdirêj e. Dibe ku êdî dema wê hatibe em bo çareserkirina vê pirsgirêkê li rêyên cuda binêrin.”
Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê Wendy Sherman ku di çarçoveya serdanekê de li Tirkiyê bû, derbarê pêşhatên dawî yên şerê Ukrayna, peywendiyên Amerîkayê yên ligel Tirkiyê û hinek nakokiyên di navbera herdu welatan de ji medya Tirkiyê re axivî.
Sherman ameje bi operasyona Rûsyayê bo ser axa Ukraynayê û dorpêçên aborî yên ser Rûsyayê kir û got: “Dorpêçên aborî şerê ku Putin pêşwext bi awayek neheq û ne yasayî plan kiriye ranawestînin. Xuya ye ev yek têr nakin ku Putin dest ji şer berde. Lê berdêla vê dê bo Putin giran be.”
Herdi darbarê şerê Ukraynayê û mebesta Rûsyayê ya li wî welatî Sherman dibêje: “Putin dixwaze Ukraynayê kontrol bike. Dawiyê li hikûmeta heyî bîne û kesên bikare kontrol bike bîne ser desthilatê.”
Tirkiye û Amerîka li ser kirîna sîstema berevaniyê ya mûşekên S-400 ji Rûsyayê nakok in û Amerîkayê ji ber kirîna S-400an peymana kirîna firokeyên F-35 ji aliyê Tirkiyê ve rawestandibû.
Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê behsa wan nakokiyên navbera herdû welatan jî kir û got: “Eger em bên ser mijara S-400, F-16 û F-35an nêrîna min bi vî awayî ye; gotûbêjên teknîkî li ser F-16an berdewam in. Em dizanin mijara S-400an hinekî din demdirêj e. Lê dibe ku êdî dema wê hatibe em bo çareserkirina vê pirsgirêkê li rêyên cuda binêrin.”
Rudaw
