Encûmena Aboriyê, Wezareta Darayî raspard amadekariyan ji bo dabeşkirina mûçeyan bike
Encûmena Aboriyê ya Herêma Kurdistanê îro 5ê Adarê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.
Di civînê de, guftûgo derbarê raporta komîta serperiştkirina proseya rêkxistina bac û risûmat li tevahiya wezaret û saziyên parêzgehan de hate kirin. Ev komîte pêştir ji aliyê Encûmena Aboriyê hatibû pêkanîn, bi mebesta rêkxistina pêdaçûn û nirxandina wan risûmat û kirêyên xizmetguzariyan yên hikûmet kom dike ji bo careke din ew dahat bikevin xizmeta welatiyên Herêma Kurdistanê.
Di vî warî de, Kurteya raportê ku çendîn pêşniyarên pêwîst ji bo saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li xwe girtibû ji bo rêkxistina wan risûmat û kirêyên xizmetguzariyan ji welatiyan tên wergirtin, bi awayekî ku rewşa jiyan û aboriya welatiyên sûdmend ji xizmetguzariyan li ber çav were girtin.
Di nav pêşnîyarên herî girîng ên di raporê de ew bû, vekolîna di rêziknameyan, girîngiya pêşvebirin û pêşxistina pergalên elektronîkî ji bo tomarên dahatê, rakirina kêşeyên rêbernameyê, û pevguhertina agahdarî li ser dahatên giştî ya nava wê sîstema elektronî ji bo raya giştî ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bilî destxweşiya li komîteyê ji bo encamdana karên xwe bi awayekî pîşeyane, tekezî li girîngiya pêşvebirina sîstema elektronî di karûbarên hikûmetê û bi taybetî ji bo tomarkirina xercî û dahatan kir ku dibin sedema zêdekirina şefafiyet, sînordarkirina gendeliyê û hedirçûna dahata giştî û kêmkirina rûtîna proseya rênimayên girêdayî bi komkirina dahata giştî.
Piştî guftûgokirina li ser pêşniyaran, Encûmena Aboriyê ew pêşniyar pesend kirin û me biryar da, ew di çarçoveyeke planeke bihêz de werin cibicîkirin û erk û pros û dema pêwîst ji bo her pêşniyarekê bêne diyarkirin.
Di tewereke din civînê de, guftûgo derbarê rewşa aborî û darayî kir û me tekezî li pêwîstiya rêkxistina dahata navxweyî û yên neneftî hatin kirin. Di heman demê de jî hewl ji bo guftûgokirina ligel Hikûmeta Federal ji bo çareserkirina kêşeyan berdewam e û Hikûmeta Herêma Kurdistanê xemsariyê nake di hewlên xwe de ji bo dabînkirina budceya Herêmê û mûçeyên mûçexwaran. Herwiha Wezareta Darayî û Aborî raspard, amadekariyên pêwîst ji bo berdewamiyê bide proseya dabeşkirina mûçeyan bike.
Rudaw
